28 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Fenerbahçeya nûnerê Tirkiyeyê di pêşbirka hefteya duyemîn a Koma Ayê ya Lîga Ewropayê ya UEFAyê da wê bi Feyenorda tîma Hollandayê ra bê hemberî hev.
Feyenorda tîma Hollandayê di vê heyama Lîga Hollandayê û Lîga Ewropayê ya UEFAyê da hemû pêşbirkan ji reqîbên xwe bir û têk neçû. Fenerbahçe jî dixwaze ku reqîbê xwe têk bibe û bê pûan bişîne malê.
Pêşbirka di navbera Fenerbahçe û Feyenordê da wê di saet 22.05an da li Stada Ulkerê dest pê bike.
Di Koma Ayê da pêşbirka din jî wê di navbera Manchester United û Zoryayê da li Stada Old Trafford a bajarê Manchester di saet 22.05an da bê kirin.
Di Koma Ayê ya Lîga UEFAyê da rewşa puan wiha ye:
| Tîm | N* | S* | B* | T* | GA* | GX* | Av* | P* |
| 1- Feyenoord | 1 | 1 | 0 | 0 | 1 | 0 | 1 | 3 |
| 2- Zorya | 1 | 0 | 1 | 0 | 1 | 1 | 0 | 1 |
| 3- Fenerbahçe | 1 | 0 | 1 | 0 | 1 | 1 | 0 | 1 |
| 4- Manchester United | 1 | 0 | 0 | 1 | 0 | 1 | -1 | 0 |
*Ravekirina daxuyaniyên kurt:
N: Nîvendî
S: Serkeftin
B: Beramberî
T: Têkçûn
GA: Golên hatine avêtin
GX: Golên hatine xwarin
AV: Averaj
P: Pûan