BEXDA
Hat ragihandin ku li wilayetên Iraqê yên wekî Nînova, Selaheddîn û Enbarê di operasyonên ku hêzên ewlehiyê û balafirên koalîsyona navneteweyî birin ser DAEŞa rêxistina terorê 103 milîtan hatin kuştin, gelek ji wan birîndar bûn û zirareke mezin dan rêxistinê.
Wezareta Parastina Iraqê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku di operasyonên ji hewayê yên ku hêzên koalîsyonê dibin ser DAEŞa rêxistina terorê de gelek cebilxaneyên leşkerî û kozikên rêxistinên hatin îmhakirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Fermandariya Operasyona Samarrayê û hêzên Heşdî Şabiyê (Komên Gel) Elayîna herêma wilayeta Selaheddîn bi temamî ji DAEŞê paqij kirin û bal kişandin ku di pevçûnên li herêmê de 23 milîtan hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku li El-Cezîraya rojavayê Samarrayê 12 milîtanên DAEŞê hatin kuştin, 2 motosîkletên bombebarkirî hatin bidestxistin û 40 bombe hatin îmhakirin, li herêma Elbû Şîhaba girêdayî Ramadiya navenda wilayeta Enbarê jî 16 milîtanên DAEŞê hatin kuştin, 9 ji wan jî birîndar bûn. Hat gotin ku di êrîşên ji hewayê yên ku li Telafera navçeya Nînovayê hatin kirin de 4, di operasyonên li Beyciya girêdayî wilayeta Selaheddînê jî 3 milîtanên DAEŞê hatin kuştin.
Ji aliyê din ve di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Fermandariya Operasyonan a Bexdayê ve hat dayîn de dan zanîn ku di operasyonên ku hêza hevpar a ku ji artêş û yekîneyên Heşdî Şabiyê pêk tên birin bajaroka El-Kermeya 40 kîlometro rojavayê Bexdayê de 45 milîtanên DAEŞê hatin kuştin.