QAHIRE
Hat ragihandin ku di qezaya tirafîkê ya ku li Benî Suweyfa bajarê Misrê çêbû da 13yê wan polês bi tevahî 16 kes mirin û 4 polês jî birîndar ketin.
Wekîlê Benî Suweyfê yê Wezareta Tenduristiyê Ala Îzet di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li Şûşaya gundê Bîbaya navçeya bajarê Benî Suweyfayê wesayîta polêsan li wesayîta ku ji wî aliyê rê yê din ra dihat qelibî, di qezayê da 13ê wan polês bi tevahî 16 kes mirin û 4 polês jî birîndar ketin.
Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê li Misrê di salekê da di qezayên tirafîkê da 13 hezar kes dimrin, 60 hezar kes jî birîndar dibin, di vê mijarê da li Rojhilata Navîn Misir di rêza ewil da ye.