05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
NÎNOVA
Hat ragihandin ku teyareyên koalisyona navneteweyî li Mûsila bajarê Iraqê bi şaşî êrîşî hêzên girêdayî Heşdû Eşaîrê ya ku ji eşîrên sinî yên Iraqê pêk tê kirin, di encama êrîşê da 20 kes mirin.
Fermandarê Heşdû Eşaîra li başûrê Mûsilê Şêx Sahr el-Lehîbî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku teyareyên koalisyona navneteweyî li Haraîb Cebra gundê Kayyaraya navçeya Mûsila bajarê Iraqê bi şaşî êrîşî hêzên girêdayî Heşdû Eşaîrê ya ku ji eşîrên sinî yên Iraqê pêk tê kirin, di encama êrîşê da 20 kes mirin.
Lehîbî destnîşan kir ku DAEŞê jî êrîşî gundên El Hac û Harabî Cebrê kir, do pevçûnê da 4 milîtanên DAEŞê hatin kuştin.
Artêşa Iraqê di 25ê tebaxê da Kayyaraya ku 69 kîlometreyî dûrî navenda Mûsilê ye di destê DAEŞê xilas kiribû.