Hat ragihandin ku li Mûsila bajarê Iraqê di navbera hêzên ewlekariyê û Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de pevçûn derket û di pevçûnê de 26 kes hatin kuştin.
Rayedarê Midûriyeta Ewlekariya Mûsilê Galîb ed-Daî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li herêmên 17 Temûz, Et-Teneke û El-Erebî yên Mûsilê di navbera hêzên ewlekariyê û Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de pevçûn derket. Daî eşkere kir ku di pevçûnê de 6 leşker mirin û 27 kes jî birîndar bûn. Daî got ku di şer de 20 milîtanên DÎŞIyê jî hatine kuştin.
Ji hêla din ve hat ragihandin ku li Bexdaya paytextê Iraqê jî di êrîşa bi topên hewanê de 5 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li Sebî el-Buraya taxa Bexdayê topa hewanê avêtin nav malan lê belê nayê zanîn top ji kîjan alî hatine avêtên. Di bûyerê de 5 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku birîndar rakirine nexweşxaneyên li der û dorê û gelek leşker jî sewqî herêmê kirine.