Li bajarê Petersburga ku wekî navenda çandê tê zanîn li pêşiya peykerê Pûşkîn merasîm hat lidarxistin û di merasîmê de Orkestraya Senfonî ya Dewletê konser da û di konserê de cî dan hin berhemên ku gotinên wê yên Pûşkîn e.
Di çalakiyê de xeynî vê pêşbaziya resim û wêneyan jî hat lidarxistin.
Helbestvan Aleksandir Pûşkînê ku wekî yek ji helbestvanê herî mezin ê edebiyata Rûs û ya dinê tê zanîn di sala 1799an de jidayîk bû. Ji ber ku 6ê hezîranê tûşê roja înê hat Meclisa Bajarê Petersburgê merasîmên bibîranînê hildan 7ê hezîranê roja şemiyê.