HEWLÊR
Li Kerkuk û Selahadîna bajarên Iraqê teqîn pêk hatin û 32 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçevanê AAyê bidest xist li Tuzhurmatuya navçeya Selahadînê kamyona bombebarkirî li taxa Aksuya ku piranî Tirkmen lê rûdinên hat teqandin. Di vê bûyerê de 24 kes birîndar bûn, mal û kargehên derdorê jî gelek zirar dîtin.
Birîndarên ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn ewilî li nexweşxaneya Dewletê ya Tuzhurmatuyê hatin derman kirin û piştî wê sewqî nexweşxaneya Kerkukê kirin.
Piştî bûyerê Midûrê Polêsên Tuzhurmatuyê û heyeteke pê re ji bo lêkolînan hatin cihê teqînê, lê gelê navçeyê bi hinceta ku rê li teqînê negirtine bertek nîşanî wan da.
Ji aliyê din ve jî hat diyarkirin ku li gundê Heyfa navçeya Dibisê ya Kerkukê du wesayîtên bombebarkirî hatin teqandin û 8 kes birîndar bûn.