Abdullah Tel
05 Tebax 2017•Rojanekirin: 06 Tebax 2017
BEXDA
Alîgirên Hereketa Sadrê yên ku li Bexdayê hatin bal hev pêşnûmaya qanûna der barê hilbijartinên herêmî da protesto kirin.
Lîderê Hereketa Sadrê Muqteda es-Sadr bangî qelebalixa li Meydana Tehrîrê kom bûbûn kir û got: "Pêşnûmaya qanûna ku ji bo hilbijartina herêmî hat amadekirin heke bi vî halî xwe bê qebûlkirin ji bo bendewariyên gel û reformê mirine. Hûtên gendeliyê bi saya pêşnûmaya qanûnê wê bibin rêvebir û mal û milkên xelqê Iraqê bişêlînin."

Sadr ji Neteweyên Yekbûyî jî xwest ku bila hilbijartina li Iraqê bê kirin, kontrol bikin û der barê herêmên ji DEAŞa rêxistina terorê hatin xilaskirin da jî got ku bila ew der ji hêla hêzên girêdayî hikûmetê va bên parastin.
Der heqê çekên di destên hêzên milîs da ne jî Sadr got: "Çek divê bi tenê di destê dewletê da û di bin kontrola Serokwezîr da bin. Serokwezîr Heyder el Ebadî Heşdî Şabî jî di nav da bila ji hemû koman çekan bistîne."