BEXDA
Li Bexdaya paytexta Iraqê li nêzî dêrekê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat kirin. Di êrîşê de li gor agahiyên ewilîn 11 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin, li semtê Ed-Doraya başûrê Bexdayê li nêzî Dêra Mayo Henayê wesayîteke bombebarkirî ku rawestiyabû di dema ku xaçparêz ji derê derketin hat teqandin.
Di teqînê de li gor agahiyên ewil 11 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn. Hêj kesî berpirsyariya êrîşê negirt li ser milên xwe.