Aleyna Çil
02 Nîsan 2024•Rojanekirin: 03 Nîsan 2024
Li bajarê Kujiyê yê li rojhilatê bakurê Japonyayê bi mezinahiya 5,9an erdhej çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda lerzê, 7 kîlometre rojavayê başûrê Kujiyê ye.
Di erdhejê da ya mezinahiya wê 5,9 e û 72,9 kîlometre di kûrahiya erdê da çêbû, li gorî encamên destpêkê tu ziyaneke canî û madî çênebû.
Her wisa piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.