07 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2016
CAKARTA
Li Endonezyayê erdhejeke ku mezinahiya wê 6,5 e û navend Girava Sumatraya girêdayî Eyaleta Açê ye çêbû û li gor agahiyan 54 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Saziya Jeolojiyê ya DYAyê (USGS) 19 kîlomêtro li rojhilatê Sîgliya Girava Sumatrayê erdhejeke ku mezinahiya wê 6,5 e, çêbû.
Hat diyarkirin ku erdhej 10 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Berdevkê arteşê yê Açêyê General Tatang Silêman daxuyand ku li Pidie Jayayê 52, li herêma Bireuenê jî 2 kes mirin.
Silêman got ku nêzî 100 kesan jî birîndar hene.
Heyvasora Endonezyayê jî daxuyand ku xebatên wan yên lêgerîn û rizgarkirinê jî bênavber didomin.