Türkan Tosun
03 Îlon 2019•Rojanekirin: 04 Îlon 2019
Li Kalîforniyaya bajarê Amerîkayê di keştiyekî da şewat derket 25 kes mirin, 9 kes jî winda bûn.
Rayedar Matthew Krollê ji Şaxa Ewlehiya Qeraxê ya Amerîkayê daxuyand di şewata keştiyê da 25 kes mirin.
Kroll got 5 xebatkarên keştiyê yên ku xwe avêtin behrê hatin xilaskirin, lê 9 kes winda ne û ji bo ku ew bên dîtin xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.
- Keştî li nêzîkî girava Santa Cruzê şewitî
Monîca Rochestera Berdevka Şaxa Ewlehiya Qeraxê ya Amerîkayê jî got jê 6 xebatkar, 33 rêwî, tevahî 39 kes di keştiyê da bûn, şev dora 03.15an da ji ber sedemeke hê nediyar e di keştiyê da şewat derket.
Rochester got keştiya bi navê "Conception" a 23 mêtro dirêj 32 kîlomêtro nêzîkî girava Santa Cruzê şewitî.
Li gor nûçeyên çapemeniya Amerîkayê ji ber teqîna tupê şewat derket, lê rayedaran ev agahî piştrast nekir.