23 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2016
LA LOCHE
Li Saskatchewana eyaleta Kanadayê li lîseyekê êrîşa çekdarî hat kirin, 4 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku Polêsên Siwarî yên Qraliyeta Qanadayê (RCMP) dan li lîseya Deneyê ya ku li La Locheya navçeya Saskatoona 600 kîlometre ji navenda bajêr dûr e û nêzî 3 hezar kes lê dijîn êrîşa çekdarî pêk hat. Hat ragihandin ku kesekî di destê wî de çek hebû hat lîseyê û gule reşande der dorê. Piştî êrîşê gelek polês û ambûlans sewqî cihê bûyerê kirin.
Di êrîşê de 4 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn û kesên birîndar bi ambûlanshelîkopterê birin nexweşxanyan.
Rayedarên RCMPyê destnîşan kir êrîşka xortekî 19 salî ye û piştî êrîşê ji cihê bûyerê reviya û di nav 10 deqîqeyî de jî hat girtin.
Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaûyê ku li Davosê ye jî der heqê vê êrîşê dot: "Di vê roja sosret de em hemû bi hev re li ber wan kesên ku li La Locheyê mirin ketin.
Der heqê nasnameya êrîşkar de tu agahî nehat dayîn.