NAÎROBÎ
Wezîrê Karên Navxweyî yê Kenyayê Joseph Nkaissery daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşê de 147 kes mirin û 79 xwendekar jî birîndar bûn. Nkaissery diyar kir ku 9 xwendekarên ku birînên wan xedar in tên dermankirin.
Nkaissery da zanîn operasyona ku hêzên ewlehiyê birin li ser milîtanên Eşşebabê xilas bû, di operasyonê de 4 milîtan hatin kuştin.
Nkaissery wiha axivî: "Hêzên ewlehiyê dema li milîtanên ku ser wan teqemenî hebûn, xistin teqemeniyên li ser milîtanan teqiyan. Di encama teqînê de ji ekîba ewlehiyê hin kes mirin û hin kes jî birîndar bûn." Nkaissery diyar nekir ku ji 147 kesên ku mirin çend kes ji ekîba ewlehiyê ye.
Wezîr di daxuyaniya xwe ya berê de gotibû ku di dema operasyonê de polêsek, leşkerek û 2 peywirdarên ewlehiyê mirin.
Nkaissery da zanîn ku 518 xwendekarên ku hatin xilaskirin birin yekîneya leşkerî û got dê xwendekaran îro bişînin malên wan.
Berdevkê Wezaretê Mwenda Njoka daxuyaniyek dabû nûçegihanê AAyê û gotibû ku dê 216 hezar û 530 dolarî bidin kesê ku der barê girtina plankerê êrîşê de agihiyan bide.
Hatibû ragihandin ku êrîşkaran gule barandin li ser peywirdarên ewlehiyê yên li nîzamiyeyê û ketin kampusa Zanîngeha Garîssayê û gihiştibûn wargehên xwendekaran û eletexmînî gule barandin hawirdor.
Eli Dheereyê berdevkê Eşşebaba ku berpirsyariya êrîşê girt ser milên xwe daxuyaniyek dabû û gotibû ku "Me li zanîngehê bi dehan kes kuştin û operasyon hê jî berdewam dike. Me êrîşî zanîngeha li Garîssayê kir, ji ber ku em bi Kenyayê re şer dikin."
-Serokomar Erdogan şermezar kir
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşa ku li Kenyayê birin li ser zanîngehê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya ku ji Midûriya Şûbeya Enformasyonê ya Serşêwirmendiya Çapemniyê ya Serokomariyê hat dayîn de Erdogan wiha got:
"Serê xizmên kesên ku di êrîşa terorê de mirin sax be, Xwedê metanet û sebrê bide wan û şifaya xêrê bide birîndaran. Em wek Tirkiye êşa gelê Kenyayê parve dikin û êrîşê şermezar dikin. Em bi hişmendiya ku dîn û nijada terorê tune, di vê roja dilsoj de bi gel û hikûmeta Kenyayê re tam di nav piştgiriyê de ne. Tirkiye dê piştgiriya xwe ya hewldanên ji bo li Qiloça Afrikayê pêkanîna ewlehî û îstiqrarê berdewam bike, di mijara têkoşîna bi terorê re de jî di bi welatên herêmê re di nav hevkariyê de be."