Abdullah Tel
25 Gulan 2018•Rojanekirin: 26 Gulan 2018
KERKÛK
Li başûrê bajarê Kerkûka Iraqê di operasyona ku hêzên ewlehiyê birin ser mensûbên DEAŞa rêxistina terorê da yek jê jin 8 êrîşkarên xwekujiyê hatin kuştin û 4 polês jî birîndar bûn.
Midûrê Polêsan ê Kerkûkê Elî Kemal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di operasyona li başûrê bajêr li dar xistin da 8 êrîşkarên xwekujiyê berteref kirin.
Kemal got ku hêzên ewlehiyê dema operasyon li nêzî bajaroka Riyadê birêva dibirin bi mensûbên DEAŞê yên xwe veşartibûn ra ketin şer û wiha pê da çû: "Di dema şer da yek jê jin 8 êrîşkarên xwekujiyê teqemeniyên li ser xwe teqandin û di encama êrîşê da 4 polês birîndar bûn."