02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirk (HÇT) di çarçoveya Hereketa Mertalê Feratê da li bakurê Sûriyeyê 80 hedefên DEAŞa rêxistina terorê belawela kir.
Di agahdariya ji hêla TSKyê va hat kirin da hat gotin ku Hereketa Mertalê Feratê ya bi armanca berterefkirina geflêxwarinên DEAŞ û rêxistinên terorê yên din ku TSKê li Sûriyeyê 24ê tebaxê dabû destpêkirin di roja 71emîn da didome.
Hat gotin ku hêzên DEAŞê li herêma Mareyê bi saya şert û mercên hewaya nexweş êrîşeke berfireh kirin û Ak Burhan, Wash, Baruzah, Al Gharz, Tlatinah, Tiltanah û Jabal Hhirbat al Kanisaha li başurê Aktarînê di kontrola muxalafin da bû careke din dagir kirin û li herêmê şerê di navbera hêzên muxalif û hêzên DEAŞê da dest pêkiriye dewam dike.
Di şer û pevçûnên nav rojê qewimîn da ji muxalifan 3 kes şehît ketin û 4 kes jî birîndar bûn.
Ji destpêka operasyonê vir va nêzî hezar û 310 kilomêtreqere erd hat kontrolkirin, 33 mayîn û hezar û 379 teqemeniyên ku bi desta hatine çêkirin jî hatin îmhekirin.