HELEB
Piştî ku DAÎŞa rêxistina terorê paş ve kişiya kurdên kobanêyî vegeriyan Kobanê. Kobanêyî ji aliyekî ve malên xwe temîr dikin ji aliyekî din ve jî kargehên xwe ji bo danûstandinê amade dikin.
Piştî pevçûnên bi qasî 4 mehan DAÎŞ ji herêmê paş ve kişiya û li bajêr rewş hêdî hêdî dibe wekî berê. Kobanê ji ber pevçûnan bibû wek kavilê û gel ji bo ku bajêr car din bike wekî bajêrekî ku mirov dikare wir bijî, gelek dixebite.
Li Kobanêya ku bi hevkarî hewl didin ku dîsa bibin wek berê kargehên wekî market, loqante, dermanxane û berber ji nû ve dest bi xizmetê kirin. Ji bo kesên ku malên wan xira bûne re konteyner tên amadekirin û hin kesên ku ji ber bêderfetiyan zehmetiyê dikşînin jî ji bo paqijiyê ava baranê berhev dikin.
Li aliyê rojhilat ê bajêr li hember xetereya dafikan destûrê nadin ku gel derbasî wir be. Kobanêyî li bendê ne ku saziyên navneteweyî arîkariya wan bikin û tê diyarkirin ku dê Kobanê di demek kurt de bibe wek berê.
Kobanêyî spasiya Tirkiyeya ku di demên wan ên dijwar de arîkariya wan kirin, dikin.
Ehmed Xalidê ku berberiyê dike daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku piştî temîrê kargeha xwe ji nû ve vekir. Xalid qal kir ku rojên dijwar li pêy xwe hiştin û diyar kir ku li bajêr jiyan bû wek berê. Xalid bangî welatiyên mecbûr man ku ji ber pevçûnan herêmê biterikînin kir û wiha axivî: "Şikir ji Xwedê re ku bajarê me dibe wek rojên berê. Di van demên dawîn de esnaf dikanên xwe vedikin. Li bajêr gelekî kêmasiyên me hene lê heke kobanêyî vegerin em dê vê mijarê çareser bikin."
Hamza Beko jî da zanîn ku piştî pevçûnan xwe sipartin li Tirkiyeyê û piştî demekî dirêj li Kobanêyê tiraş bû.
Fatma Mihemedê jî got ji ber ku em vegeriyan malên xwe em kêfxweş in. Mihemedê da zanîn ku di heyama ku ji malên xwe dûr ketibûn de li Tirkiyeyê jiyana wan rehet bû û got ku "Em dê arîkariya gelê Tirkiyeyê tu carî ji bîr nekin."
Mihemedê qal kir dixwazin ku tiştên qewimîn ji bîr bikin û wiha axivî: "Me gelek rojên xirab dîtin lê ew hemû li pêy me man. Li herêmê her tişt serobino bûye, av û cêyran tune. Em ji bo paqijiyê ava baranê berhev dikin."