ŞANLIURFA
Li Kobanêyê şerê di navbera DÎŞIyê û komên kurdan de di bin baran û mijê de jî dewam dike.
Li herêmê destê sibê baranê dest pê kir û mij kete erdê. Şerê ku ji 2 mehan zêdetir e li Kobanêyê dewam dike li hundirê bajêr di hewaya giran de jî dewam dike.
Hat dîtin ku komên kurdan di dema pevçûnan de li herêmên nêzîkî sînor mewzî girtin.
Car caran ji Sirûcê ambulans diçin ber deriyê sînor ê Murşîtpinarê. Tevdîrên ku hêzên ewlekariyê li sînor girtibûn dewam dikin.