HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî got: "Me û Tirkiyeyê ji bo domandina îstişare û hevkariyê biryar da. Di şerê li dijî terorê de em ê bi hev re tevbigerin."
Barzanî bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re li ofîsa Serokwezîriyê ya HKIyê civîna çapemeniyê li dar xist.
Barzanî wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji ber ku Serokwezîrê Tirkiyeyê birêz Ahmet Davutoglu hat Hewlêrê em gelekî kêfxweş in û ez dixwazim vê yekê bibêjim. Di hevdîtina bi Davutoglu re em li ser gelek mijaran sekinîn. Em li ser mijarên ewlehiyê, siyasî, aborî û gelekên din axivîn. Ez bi kêfxweşî dikarim bibêjim ku em û Tirkiyeyê pir nêzî hev in. Me ji bo domandina îstişare û hevkariyê biryar da. Di têkoşîna li dijî terorê de em ê bi hevdu re tevbigerin. Me biryarên ku ji bo hevkariyê zêdetir bikin dan."
- "Em û Enqere wek hev difikirin"
Barzanî destnîşan kir ku ji bo xurtkirin û pêşvebirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re ew û Enqere wek hev difikirin û wiha pê de çû: "Em wisa hêvî dikin ku ev ziyaret ji bo rakirina hemû kêmasiyan destpêkek be û em wisa hêvî dikin. Têkiliyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de weke ku hûn jî zanin ji îro pê ve di merheleyeke nû de dest pê kirin, şert û mercên nû hene. Ez wisa hêvî dikim ku ev ziyaret hevkarî û têkiliyên di navbera her du aliyan de xurt bike û bibe bingeh."
Barzanî qala têkiliyên ku bi hikûmeta Iraqê re dimeşin jî kir û wiha dewam kir: "Hikûmeta Kurdistanê hûrgiliyên naveroka peymana dawîn a ku di navbera Bexda û Hewlêrê de hatin kirin parve kir. Wezîrê Nefta Iraqê jî di axaftina xwe de qala lihevkirina peymanê kir. Ev ne peymaneke dawîn e ku me bi Bexdayê re kiriye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên giştî destpêk e. Ji nefta Kerkûkê rojê 150 hezar warîl dê li ser 'Xeta borûyê ya Kurdistanê' bi navbeynkariya Saziya Nefta Neteweyî ya Iraqê (SOMO) bê şandin. Bi hikûmeta Bexdayê re di vê mijarê de me li hev kir û ewê jî du caran 500 milyon dolarî bişînin. Paşê jî şandeya Hikûmeta Kurdistanê dê biçe Bexdayê û li ser pirsgirêkên sereke dê guftûgoyan bikin. Di van guftûgoyan de ji bo encameke dawîn derkeve dê xebat bên kirin."