10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2017
BOGOTA
Li devereke naverasta Kolombiyayê di encama hilvegerîna pireke daliqiyayî ya turîstîk da 11 kesan canê xwe ji dest da.
Rayedaran daxuyand pira ku nêzîk bajarê Villavicencio ye ji ber barê qerebalixekê zêde hilvegeriyaye.
Di encama hilvegerînê da ku ji 80 metro bilindahiyê li kendalê wer bûn, 2 ji wan zarok 11 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran giran e û îhtimala zêdebûna hejmara mirîyan heye.