10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
LONDRA
Li Îskoçyayê, polêsên dijî terorê têkoşînê dikin, derbarê îdiayên ji paytext Edînbûrghê jî alîkarî dane PKKya rêxistina terorê de lêpirsîn dane destpêkirin.
Li gor nûçeya di rojnameya Îskoç Heraldê de, "Dedektîfên Îskoç derbarê hin kesên ku tê îdiakirin têkiliya wan bi rêxistina terorê re heye û ji bo komkirina alîkariya pere navbeynkarî kirine de lêkolînê dike."
Polêsan di rojnameyê de navê rêxistinê eşkere nekir; lê dan zanîn ku ev rêxistin PKK ye.
Yekeya Têkoşîna Dijî Teror û Sûcên Rêkxistî ya girêdayî polêsê Îskoçyayê ev çend mehin derbarê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin û di vê çarçoveyê de li hin navnîşanan lêkolîn hatiye kirin.
Qraliyeta Yekgirtî ya ku ji Îngilistan, Îskoçya, Galler û Îrlandaya Bakûr pêk tê, di sala 2001ê de PKKyê xistibû lîsteya rêxistinên terorê.