Önder Beyter
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
BOGOTA
Hat ragihandin ku li Kolombiyayê, Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) û milîtanên Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) yên ku peymana aştiyê qebûl nakin, pev çûn û di encamê da 2 sivîl mirin.
Li herêma Narino, şaredara bajarê Policarpayê Claudia Cabrera Tarazonayê di daxuyaniya xwe ya li ser radyoya neteweyî da destnîşan kir ku mixalifên FARCê û milîtanên ELNyê pev çûn û di encamê da 2 sivîl mirin. Cabrerayê der heqê hejmara birîndaran da agaî neda.
Şaredar Claudia Cabrera Tarazonayê herwisa bal kişand ku di nava kuştiyan da milîtan jî hene û got, ji bo ku biçin ciyê pevçûnê û lêkolînê bikin, endamên dezgeha raçevkirina qamûyê ya Kolombiyayê Defensoria del Pueblo xebatên xwe dimeşînin.
Cabrerayê diyar kir ku hêzên ewlekariyê jî hê negihîştine herêmê ku ev rewş ciyê guman û fikaran e.