Haydar Şahin
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
KERKÛK
Hat ragihandin ku DEAŞa rêxistina terorê ji sala 2014an vir da li başûrê Kerkûka bajarê Iraqê 116 gund texrîb kir.
Rakan Seîdê Waliyê Kerkûkê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "DEAŞê di navbera salên 2014-2017an da 116 gundên Kerkûkê xirab kir.
Seîd diyar kir ku hê bi hezaran gundî li konbajarê li rexê Kerkûkê hatiye avakirin dijîn, DEAŞê li tevahiyê Iraqê herî zêde zirar da başûrê Kerkûkê ya ku 3 sal e di kontrola wê da ye.
Seîd got ku bi dehan gund ji ceyran, av, kanalîzasyon, perwerde û tenduristiyê mehrûm mane û wiha axivî: "Gundî nikarin vegerin malên xwe. Hetanî ku binesaziya hatiye texrîbkirin neyê temîrkirin mimkûn nîne ku gundî vegerin û li wan deran bijîn. Ji bo avakirinê jî bi rastî alîkariya dewletê lazim dike.