Haydar Şahin
02 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Îlon 2017
ANKARA
Hêzên Şoreşgerên Çekdar ên Kolombiyayê (FARC) ku dev ji çekan berda û biryar da ku di qada siyasetê da çalakiyên xwe bidomîne logo û navê xwe guherandin.
Li gor xebera BBCyê, FARCê navê xwe wek "Hêza Şoreşgerên Alternatîf Ji Bo Gel" guherand lê kurtasiya navê xwe bi heman awahî hişt.
FARCê wek logoya partiyê jî "gula sor" hilbijart.
Di çarçoveya peymana aştiyê ya ku hikûmeta Kolombiyayê û FARCê îmze kirin da hemû milîtanên rêxistinê gihîştin ciyê kombûnê û di 1ê Adarê da peyman kete rewacê. FARCê di 17ê Adarê da 140 sîlehên xwe teslîmî Mekanîzmaya Çavdêrî û Piştrastkirina Agirbestê ya NYyê kiribûn û piştî 50 salî cara ewil dev ji sîlehan berdabû.
Ji ber nîqaşên efûkirinê û sûîqesdên li dijî endamên rêxistinê pêvajo hinekî bi derengî ketibû, di merasima ku li kampa kombûnê ya Pondoresê ya li Fonsecaya bajaroka welêt hatibû lidarxistin û Juan Manuel Santosê Serokê Dewletê beşdar bûbû da konteynera sîlehan a dawîn ji kampê hatibû derxistin.