Haydar Şahin
02 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
SITTWE
Li Arakana eyaleta Myanmarê misilmanên ku marûzî qetlîamên artêşê û neteweperestên budîst dimînin di nav şert û mercên dijwan ra jiyana xwe didomînin.
Nûçegihanê AAyê çû gundên Sîttweyê yên ku lê misilmanên Rohîngya lê dijîn û dîmenên rewşa însanên li wê derê kişandin.
Rêveberiya budîst bi hinceta ewlekariyê dora gundan bi çît û çîqneyan va pêçaye û destûrê nade gundî ji gundên xwe herin ciyekî din. Herêm bûye girtîgeheke servekirî, gel xêncî gundê xwe tu ciyekî din nabîne û jiyana xwe didomîne.
Ji misilmanên Arakanê ra qedexe ye ku têkevin navenda bajêr an jî derkevin kolanan û ewlehiya canê wan jî tune.
Welatiyekî ji rêzê yê Mynamarê ku misilmanekî ji Arakanê bikuje tu cezayekî wê tune, lêbelê heke kesekê ji Arakanê sûcekê piçûk jî bike pirî caran cezayê wê kuştin e.

- "Misilmanên bêwelat"
Bi qanûna ku rêveberiya budîst di sala 1982yan da derxist va mafê welatîbûnê ji destê misilmanên ji Arakanê hat sitandin û bêwelat tên qebûlkirin.
Ji ber ku nasnameyên wan tunin ji mafên tenduristî û perwerdeyê jî mehrûm in.
Rêveberiya budîst binezasiya wek ceyran, av û kanalîzasyonê bi zanatî ava nake.
Destûrê nadin misilmanên ku malên wan bi destê çeteyên budîst tên hilweşandin careke din ji xwe ra malekê çêkin.

Ji ber tunebûna binesaziyê ava tuwaletê di nav kuçe û kolanan da belav dibe, gihandina ava vexwarinê zehf zor e. Ji ber vê jî nexweşiyên wek tîfo, dîzanterî, zerik û zikêşê zehf zêde bûne.
Gundî dibêjin ku bi taybetî zarên wan her tim nexweş dikevin û ji ber ku xizmetên tenduristiyê nayên dayîn jî lomedar in.
Li herêmê baran zehf zêde dibare û misilman di tengasiyê da dimînin.