İbrahim Atmaca
07 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2020
Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) derket 814 hezar û 565an.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, di rojekê da bi mirina 139 kesan va hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin jî derket 22 hezar û 206an.
Her wisa hejmara pêketiyên Kovîd-19ê jî 4 hezar û 116 zêde bû û derket 814 hezar û 565an.
Li welêt heta niha 5 milyon û 592 hezar û 663 test hatin kirin, ji pêketiyan 744 hezar û 780 jê jî baş bûn.
Li tevahiya parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 2 milyon û 262 hezarî derbas bû.