Abdullah Tel
25 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2020
Li Komara Afrîkaya Başûr di nav 24 saetên dawîn da bi 13 hezar û 994 kesan ra şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) hat tespîtkirin û hejmara pêketiyên li welêt jî gihîşt 421 hezar û 996an.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Komara Afrîkaya Başûr li seranserê welêt di nav 24 saetên dawîn da şewba Kovîd-19ê bi 13 hezar û 994 kesan geriya û bû sedema mirina 250 kesî. Heta niha li welêt 6 hezar û 343 kes ji ber şewbê mirin.
Ji pêketiyên Kovîd-19ê yên li Komara Afrîkaya Başûr heta niha 245 hezar û 771 kes baş bûn.
Heta îro bi tevahî 2 milyon û 684 hezar û 488 test hatine kirin û pêketî herî zêde li herêma Gautengê hatin tespîtkirin.
Li Afrîkayê di nav welatên ku pêketiyên Kovîd-19ê lê zêde ne da Komara Afrîkaya Başûr serî dikişîne.