Haydar Şahin
25 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2020
Artêşa Îsraîlê ji hewayê êrîşî hedefên rejima Beşar Esed ên li Sûriyeyê kir.
Di daxuyaniya artêşê da hat diyarkirin ku ji ber îro muhimatek ji Sûriyeyê avêtin aliyê Îsraîlê, wan jî ji hewayê êrîşî hedefên artêşa rejima Esed ên li başûrê Sûriyeyê kir.
Di daxuyaniyê da rejima Esed ji êrîşa îro şeveqê berpirsyar girtin û gotin ku ew ê bersivê bidin hemû îxlalên dijî desthilatdariya Îsraîlê.
Wekî mayîn El-Exbara televizyona rejima Esed jî di xebera xwe da diyar kir ku li nêzî Hadara bajaroka li bakurê Quneytrayê dengê teqînan hat.
Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku îro ber destê sibê ji aliyê Sûriyeyê ya nêzî sînorê Îsraîlê dengê teqînê hat.
Hatibû destnîşankirin ku ji ber teqînê malake li aliyê Îsraîlê zirar dîtiye.