ERBÎL (AA) - Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqa Fedaral (HKIF) û Endamê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê Erselan Bayîz ji bo hilbijartinên parlamenteran dengê xwe da.
Bayîz tevî hevjîna xwe çû ser sindoqa li Otêla Rotanayê ya Erbîlê û deng da, pişt re daxuyanî da û got: "Li Kurdistanê bi tecrubeyeke mînak, di demokrasiyê de heyameke nû dest pê dike."
Bayîzê ku di lîsteya YNKê de, di rêzên ewil de cih digre bal kişand ser nîşaneya partiya xwe û got: "Kurdîstan bi gula di nav destan de delal e."
Bayîz got ku bila hemû hilbijêr bi dilekî rihet û bi hemû reng û dewlemendiyên xwe ve biçin ser sindoqan û bi azad dengê xwe biavêjin.