TRABLUS
Meclisa berwext a Lîbyayê diyar kir ku Ehmed Maatîkê ku bi destê Kongreya Giştî ya Neteweyî wek Serokwezîr hatiye hilbijartin wezîfe ji Serokwezîrê Berwext Ebdillah es-Sînî dewr hildaye.
Maatîk di civîna çapemeniyê ya ku li Qesra Serokwezîrtiyê hat lidarxistin de diyar kir ku wezîfeya serokwezîrtiyê ji Serokwezîrê Berwext Ebdillah es-Sînî dewr hildaye. Sînî beşdarî civîna dewra rêveberiyê nebû.
Maatîk destnîşan kir ev civîna ewilîn e ku li Qesra Serokwezîrtiyê li dar xistine û wiha axivî: "Em ji bo bûyerên ku îro li Bîngaziyê çêbûn gelekî xemgîn in. Bîngazî ji aliyekî ve bi terorê re rûbirû mabû ji aliyekî ve jî bi balafiran ve hat bombekirin. Armanca hikûmeta me ya ewil ew e ku bi hemû hêzên xwe ve li dijî komên mufrît û terorê têkoşîne bidin.