ŞAM
Li Sûrriyeyê dengdayîna ji bo hilbijartina serokatiya dewletê ji bilî Raqqayê li 13 bajaran di saet 07.00an de dest pê kir.
Li seranserê welêt 9 hezar û 601 navendên hilbijartinê hene û li van deran jî 11 hezar û 776 sindoq hatine bicihkirin.
Di saet 07.00an de li welêt dengdayînê dest pê kir û kesên ku bê nasnameya xwe biçin navandên hilbijartinê nikarin dengê xwe bidin.
Hilbijartina Serokatiya Dewletê ya Beşar Esed li herêmên ku di bin kontrola hêzên rejimê de ne tê kirin.
Ji destpêka şer heta niha nêzî 150 hezarî însan di nav şerê Sûriyeyê de hatin kuştin û herî kêm 6 milyon û 500 hezar însan jî ji cih û warên xwe bûn û muxalif jî ji ber vê yekê dibêjin ku ev hilbijartina Serokatiya Dewletê ya Beşar Esed hilbijartineke bixwîn e.