07 Tebax 2016•Rojanekirin: 07 Tebax 2016
USKUP
Li Uskupa paytexta Makedonyayê û derûdora wê taviyeke giran hat û di encamê da 15 kes mirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin ku tavî li ser Uskup û bajarên li kêleka wê tesîra xwe çêbû.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku ji ber baranê 15 kes mirin, 22 kes birîndar bûn û 6 kes jî wenda ne.
Berdevka Wezareta Karên Navxweyî Nataliya Spirova Kordiçê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ew ditirsin hejmara miriyan zêde bibe.
Kordiçê destnîşan kir ekîbên ku ji leşker û yekîneyên taybet pêk tên, li sehayê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dimeşînin û ji ber taviyê li gelek deverî hezaz qewimîn, herwisa gelek xanî û kargeh di bin avê da man, birek otomobîl jî di avê da çûn.
Di daxuyaniya servîsa hîdrometeorolojiyê da jî hat ragihandin ku li Uskupê di nava 24 saetên dawîn da bo mêtroçargoşeyekê 93 litre baran hat xwarê.