Türkan Tosun
07 Tebax 2016•Rojanekirin: 07 Tebax 2016
HATAY (AA) - Serokê Komeleya Pêşketin û Hevkariya Mirovî Abdurrazzak Îldîz bang kir ku bila ji Helebê re av û xwarin bê şandin.
Îldîz ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku muxalifên li Sûriyeyê dorpeçkirina Helebê ya rejima Esed têk birin, lê herêmê niha mirov birçî û û tîne.
Îldîz wiha axivî: "Li Helebê gel bi rojane di bin bombeyan de dijîn û nikarin hewcedariyên xwe yên herî bingehîn peyda bikin. Rojên ku êrîş hebûn alîkarî negihîşte herêmê. Dorpeçkirin têk çû û divê av û xwarin bê şandin."
Îldîz got ku li Helebê 400 hezar mirov dijî û wiha dewam kir: "Ji ber êrîşên rejimê binesazî xirab bûye. Cihên wek nanpijandinê, bazar û kargehan hemû hatin xirabkirin. Divê bilez xwarin û alavên din bigîhîje 400 hezar mirovên ku jê gelek ji zarok, kal û pîran pêk tê. Wek komele ji destpêka şer heta niha em li cem Sûriyeyê bûn. Divê niha em giraniyê bidin alîkariya Helebê. Em ji vir banga alîkariyê dikin, lewra ji ber ku xwarin tune talukeya birçîbûnê dest pê kir."