24 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2016
ROMA
Balafireke ku li gor agahiyê ji Maltayê rabû û piştî demekê şûnda ket.
Balafira metrolîner ku du perwaneyên wê hene, ji bo ku biçe bajarê Mîsûrataya Lîbyayê, li Maltayê ji Balafirgeha Navneteweyî ya Luqayê rabû û piştî rabûnê demek şûnda li nêzîkî balafirgehê ket. Sedema ketina wê hê ne diyar e.
Balafir serê sibê ket û agir pê girt.
Li gor nûçeya Tîmes of Maltayê ku çavkaniya nûçeyê çavkaniyên ewlehiyê ye, 5 kes di balafirê da bûn û kes jê nefilitî.
Rojnameya Malta Todayê jî got ku balafir ya Luksenburgê ye û li gor agahiya nepiştrastkirî, di balafirê da rayedarên leşkerî yên YE û Amerîkayê hebûne.
Ajansa Tevkariyê ya Operasyonel ya ji bo Rêvebiriya Sînorên Dereke ya Welatên ku Endamê Yekîtiya Ewropayê ne (FRONTEX) daxuyanî da û got ku balafira ku ket ya wan nîne.
Balafirgeha Navneteweyî ya Luqayê ji ber qezayê balafirgeha ji bo firînan girt.
Ji aliyekî din va Nûnera Payebilind ya Têkiliyên Derva û Polîtîkaya Ewlehiyê ya YEyê Federica Mogherînî li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got: "Di balafira ku li Maltayê qeza kir û kesên ku tê da mirin da rayedarên YEyê tunene. Têkiliya seferê bi fealiyetên YEyê tuneye."