23 Gulan 2017•Rojanekirin: 23 Gulan 2017
LONDRA
Polêsê ingiliz ragihand ku li bajarê Manchesterê di bûyera li salona konserê de 22 kes mirin û 59 kes jî birîndar bûn. Her wiha teqîn di çarçoveya bûyera terorê tê nirxandin.
Li gorî daxuyaniya polêsê Manchesterê li bakurê bajêr li salona şahiyê ya Manchester Arenayê dema konsera muzîkjenê DYAyî Ariana Grande bi dawî bû, teqîn çêbû. Teqîn li gorî saeta herêmî di saet 22.35an de (li gorî saeta Tirkiyeyê 00.35) pêk hat û li ser teqînê polês hatin cihê bûyerê.
Di daxuyaniya polêsan ya der barê bûyerê da hûrgilî nehat dayîn lê hat gotin ku heta niha 22 kes mirin, 59 kes jî birîndar bûn û heta baş bê lêkolînkirin, bûyer wekî bûyera terorê tê qebûlkirin.
Midûrê Ewlehiyê yê Manchesterê Ian Hopkins, li ber derê ewlehiyê daxuyanî da û ragihand ku di teqînê da 22 kes mirin û 59 kes jî birîndar bûn, birîndar rakirin 6 nexweşxaneyên derûdorê.
Hopkins got ku li gorî tespîtên ewil bûyer wek bûyêra terorê tê qebûlkirin.
Her wiha polês ragihand ku paketa ku li nav bexçeyê Katedralê de ye wê bi kontrol bê teqandin.
Der barê bûyerê da Serokwezîra Ingilistanê Teresa Mayê daxuyanî da. Mayê got ku kesên mirin û malbatên wan di bîra me de ne û wiha dewam kir: "Polês bûyerê wek bûyereke terorê dibîne. Em ji bo hemû hûrgilî derkevin holê dixebitin.