Hat ragihandin li Kobanêya Suriyeyê teqîn çêbû. Li gor agahiyên ewil di bûyerê de 8 kes mirin 38 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmê hilda, şerên di navbera DAEŞ û komên kurdan de li navenda bajêr zêde bû. Di teqîna ku li nêzî deriyê sinor a Murşîdpinarê çêbû de 8 kes mirin, 38 kes jî birîndar bûn.
Tîmên sevisa acîl a 112yan kesên ku di teqînê de birîndar bûn, ji deriyê sinor a Murşîdpinara Sirûca navçeya Şanliurfayê anîn Tirkiyeyê. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê û nexweşxaneyên derdorê. Piştî teqînê komek suriyeyî li ber sinorê Tirkiyeyê kom bû.