Haydar Şahin
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
PRIŞTINE
Li Meclisa Kosovayê li ser daxwaza 40 parlementerî di rûniştina derasayî ya ji bo îadekirina 6 endamên payebilind ên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) hat kirin da tewsiyeya ku dibêje bira komisyona lêpirsînê were avakirin hat qebûlkirin.
64 parlementer beşdarî rûniştinê bûn û 59 parlementeran ray da ku pêşniyazên Yekîtiya Demokratîk a Kosovayê (LDK) werin qebûlkirin.
Avdullah Hotiyê Serokê Koma Meclisê ya LDKê di rûniştinê da axivî û diyar kir ku hemû partiyên li Meclisê piştgiriyê didin vê.
Hotî der barê pêşniyazên hatin qebûlkirin da wiha got:
"Pêşniyaza ewil, ji bo eşkerekirina bûyera dersînorkirina welatiyên Tirkiyeyê komisyona lêpirsînê were avakirin. Pêşniyaza 2yan, komên li Meclisê di nav 3 rojan da navê nûnerên di komisyonê da ji Serokatiya Meclisê ra bêjin. Pêşniyaza 3yan, Meclisê ji hemû saziyan ra fermanê bişîne ku bira bersivê bidin daxwazên komisyonê û mijar tam were eşkerekirin. Pêşniyaza 4an, Komisyona Lêpirsînê ew ê li gor qanûna bingehîn û qanûnên din proseduran binirxîne ku gelo li gor qanûnan hatiye kirin an na."
Wekî mayîn Cavît Halîdiyê Alîkarê Serokê Meclisê jî diyar kir ku ji bo li ser van pêşniyazan biaxivin ew ê wek Serokatiya Meclisê bicivin.