Önder Beyter
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
ŞANLIURFA
"Kibabê xaşxaşê" yê herêmî yê ku li Bîraçika navçeya Rihayê navdar e û bi goşt û sebze tê çêkirin, di nava kibabên ku ziyaretvanên navçeyê tercih dikin da di rêza yekemîn da ye.
Kibabê xaşxaşê ku li herêmê ji goştê singê berxan tê çêkirin û herwiha tama xwe ji îsota sor, sîr û maydanozê werdigire, yek ji kibabên herî navdar ên Rihayê ye.
Bi taybetî jî ziyaretvanên ku ji bajarên derûdorê tên li xwaringehên li rexê Çemê Feratê kibabê xaşxaşê tam dikin.
Ali Akdenîz ku qedera 40 salan e hosteyê kibabê ye, di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku ew li navçeyê kibaban çêdike û herwiha diyar kir ku çavkaniya tama kibabê xaşxaşê jî goştê berxan e ku li herêmê diçêrin.
Akdenîz wiha dewam kir:
"Ji bo kibabê xaşxaşê em goştê zikê berxan ji zirxê ra derbas dikin. Paşê em îsota sor, sîr û maydanozê jî ji zirxê ra derbas dikin û tevî goşt dikin. Dû ra em bi şîşan da dikin û dipêjin. Bi taybetî gelek mişteriyên me yên ji parêzgehên wekî Riha, Diyarbekir, Entab, Mêrdîn û Batmanê hene. Em pir kêfxweş in ku kibabê xaşxaşê hat tescilkirin."
Welatî Hasan Ogut jî diyar kir ku kibabê xaşxaşê yê herêmê ye û ew pir jê hez dike.