Haydar Şahin
19 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2019
Li Culîacana bajaroja Sînaloaya eyaleta Meksîkayê di navbera hêzên ewlekariyê yên çûn alîkariya polêsên ku kurê Joaquin Guzmanê baronê hişbirê yê bi navê "El Chapo" (Bejnxilik) tê zanîn binçavkirin û endamên ceteya hişbirê da pevçûn derket û endamên çeteyê li hin herêmên bajaroka bûyer dexistin, di bûyeran da 8 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.
Endamên Çeteyê êrîş birin ser hêzên ewlekariyê yên çûn alîkariya polêsên Ovîdîo Guzmanê kurê Joaquin Guzmanê li Amerîkayê girtî ye binçav kirin. Endamên çeteyê wekî mayîn li bajarokê serî li bûyerên tundiyê xistin.
Endamên çeteyê agir berê wesayîtên li kuçeyan, avahiyên dewletê, dikanan dan û gule berî welatiyan dan. Di bûyeran da 51 girtiyên li girtîgeha bajarokê revîn.
Piştî bûyeran Kabîneya Ewlekariyê acil kom bû û biyar da ku Guzman were berdan û hêzên ewlekariyê ji herêmê vekişin.
Luis Cresencio Sandovalyê Sekreterê Parastina Neteweyî di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di bûyeran da 5 endamên çeteyê, mihafizekî neteweyî, girtiyek û sivîlek hat kuştin, piraniya wan ji hêzên ewlekariyê 16 kes jî birîndar bûn.
Sandoval diyar kir ku ji 14 aliyan êrîş birin ser eskerên diçûn alîkariyê polêsên Guzman li mala wî binçav kirin, 17 rêyên li bajarokê bi destê endamên çeteyê hatin girtin.
Manuel Lopez Obradorê Serokê Meksîkayê di civîna çapemeniyê da got, "Girtina sûcdarekî dibê nebe sedema jiyana merivan. Ez piştgiriyê didim kabîneya ewlekariyê. Em kuştinê naxwazin, şer naxwazin."
Wekî mayîn Juan Pablo Vadilloyê parêzerê malbata Guzman diyar kir ku Ovîdîo Guzman hat berdan û rewşa wî baş e.