Fatih Gazioğlu
19 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2019
Li Şiliyê li eyaleta Santîago û Chacabucoyê û li herêma Puente Alto û San Bernardoyê ji ber çalakiyên tund yên ku ev demek e li welêt tên kirin "rewşa acil" hat îlankirin.
Serokê Dewleta Şiliyê Sebastîan Pînera li La Monedayê qesra serokatiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Pînera got ku çalakiyên li welêt ji ber bikarina biletên otobêsan dest pê kir û piştî demekê vegeriya bûyerên tundiyê.
Pînera diyar kir ku ev çalakî êdî ji bo ewlehiya gel dibin tehdîd û wiha axivî:
"Çalakvanan êrîşî metroya Santîagoyê kir. Li welêt ewlahiya gel di tahlûkeyê da ye. Ez wek serokê dewletê li eyaleta Santîago û Chacabucoyê û li herêma Puente Alto û San Bernardoyê "rewşa acil" îlan dikim."
Pînera got ku ew jî dizane ev zemên otobêsan tesîreke neyînî li ser welatiyan kir û dibe ku ew vê biryarê betal bikin.
"Rewşa acil" ji bo 15 rojan hat îlankirin û eger hewce bike hikûmet dikare 15 rojan dîsa dirêj bike.