Dilara Afıfı,Halime Afra Aksoy
12 Hezîran 2024•Rojanekirin: 12 Hezîran 2024
Menqafa herêma bajarê Ehmediyeya li başûrê Kuweytê ji ber şewatê 39 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Midûrê Delîlên Edlî yê Wezareta Karên Navxweyî Sergeneral Iyd Raşîd Uweyhan destnîşan kir ku bi saeta herêmî di 06.00an da li herêma Menqafê şewat derket.
Uweyhan diyar kir li herêma Menqafê di du avahiyan da şewat derket û li gor agahiyên ewil 35 kes mirin û 15 kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.
Iyd Raşîd Uweyhan got ku 4 kesên birîndar li nexweşxaneyê mirine.
Uweyhan destnîşan kir ku ekîbên parastina sivîl û tenduristiyê 11 kes xilas kirine û got ku piraniya kesan ji ber dûmanê mirine, der barê sedema şewatê da jî lêkolîn dane destpêkirin.
Li gor nûçeyên medyaya herêmî li herdu avahiyên agir pê ket gelek xebatkarên biyanî diman.