Önder Beyter
15 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
QUDIS
Li Qudsa Rojhilat ku dagirkirî ye, 90 hezar Filistîniyî nimêja Cejna Remezanê li Mescida Eqsayê kir.
Filistînî ji bo edakirina nimêja cejnê serê sibehê ji malên xwe derketin, berê xwe dan Mescida Eqsayê.

Herwiha kuçe û kolanên "Bajarê Berê" ku Mescida Eqsayê jî lê ye, tijî bûn.
Zarokên Filistînî yên ku cilûbergên xwe yên cejnê li xwe kirin, ligel mezinan ji bo nimêja eydê çûn Mescida Eqsayê.

Wekî her carê mêran li Mescida Qibleyê, jinan jî li Mizgefta Qubetu's-Sehrayê nimêj kirin.
Li gorî daxuyaniya Yekeya Çapemeniyê ya Midûriyeta Weqfan li Qudsê, ji 90 hezarî zêdetir Misilmanî nimêja cejnê li Eqsayê kir.

Qudsa Rojhilat ku Şerîeya Rojava û Mescida Eqsayê li xwe digire, ji 1967an vir va di bin dagiriya Îsraîlê da ye.