Haydar Şahin
14 Hezîran 2018•Rojanekirin: 15 Hezîran 2018
NEW JERSEY
Li Amerîkayê dîmenên Aynur Oksuza jina Adil Oksuzê di çarçoveya lêpirsîna hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da li Bahregeha Akinciyê hatibû binçavkirin û piştî hatibû berdan jî xwe winda kiribû hatin kişandin.
AAyê li New Jerseya eyaleta Amerîkayê dîmenên Aynur Oksuza jina Adil Oksuzê firariyê hewla derbeyê ya FETOyê kişand.
Derketibû holê ku Oksuz jina xwe li cem Abdulhadî Yildirimê burayê xwe yê ku mehekê beriya hewla derbeyê jina xwe û 3 zarokên xwe hildabû û çûbû Amerîkayê bi cî kiriye.
Ekîbên Ajansa Anadoluyê (AA) li pêşiya mala Yildirim a li Ridgefielda herêma New Jerseyê dîmenên Aynur Oksuzê kişand û di dîmenan da xanê dike ku li Chevrolet Cruzeya jê ra hatiye texsîskirin siwar bûye.
AAyê li New Jerseya eyaleta Amerîkayê dîmenên Aynur Oksuza kişand
AAyê li New Jerseya eyaleta Amerîkayê dîmenên Aynur Oksuza jina Adil Oksuzê firarî yê hewla derbeyê ya FETOyê kişand.
14.06.2018
FETOyiyên ku ji kadroyên derbekar ra dibêjin "hûn ê rojên baş bibînin" û wan bi derewan dixapînin tê dîtin ku di nav jiyaneke luks da dijîn.
Mala ku Aynur Oksuz tê da dijî li Ridgefieldê ye û Ridgefield wekî herêma ewledar û luks a li New Jerseyê tê zanîn.
Li ber mala li ser Kolana Clark Avenueyê ya qîmeta wê 550 hezar dolarî digre 3-4 wesayîtên luks ên Abdulhadî Yildirimê birayê Aynur Yildirimê hene.
- Bavê wê îtiraf kiribû Aynur çûye Amerîkayê
Cevat Yildirimê xezûrê Adil Oksuz di çarçoveya lêpirsîna li dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî da gotibû ku qîza wî beriya derbeyê çûye Amerîkayê
Cevat Yildirim wiha axivîbû: "Qîza min yanê jina Adil Oksuz ji bo ku Abdulhadî Yildirimê kurê min ziyaret bike çûbû Amerîkayê. Paşê nezivirî. Ez nizanim Adil Oksuz li ku derê ye."