Enes Yıldırım
03 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2025
Li bajarên cuda yên Mexribê, protestoyên "Nifşê Z" ku bi daxwaza "dadmendiya civakî, çaksaziya di warê perwerde û tenduristiyê û têkoşana dijî gendeliyê" dest pê kiribûn, kete roja xwe ya şeşan."
Li Mexribê protestoyên ku bi bangawaziya Tevgera "Gen Z 212" (Nifşên Z) bi daxwaza "Dadmendiya civakî û têkoşana dijî gendeliyê" dest pê kirin, li gelek bajarên wî welatî berdewam in.
Li gelek bajaran ên weke Rebata paytext, Kazablanka û Xurîbgeyê li dijî hikûmetê diruşm hatin berzkirin.
Li Xurîbgeyê xwepêşandêran kulîlk dane hêzên ewlekariyê, li Kazablankayê jî bi sedan ciwan jî li Qada Mareşalê li hev civiyan.
Xwepêşandêrên ku qeyranên di warê tenduristî û perwerdeyê da nîşan dan û banga îstîfayê li hikûmetê kirin, daxwaza xwe ya "mafê perwerde û tenduristiyê" û "bidawîlêanîna gendeliyê" dubare kirin.
Di xwepêşandanan da tu midaxele yan jî binçavkirin çênebû.