QAHIRE
Li gor agahiyan Mehkemeya Îstinafê ya Karên Acil a Qahireyê, biryara Mehkemeya Karên Acil a Qahireyê ku berê biryar dabû Tevgera Hemasê "rêxistina terorê ye", betal kir.
Di metna biryarê da wiha hat gotin: "Li ser îtiraza Lijneya Dozên Dewletê, biryara ku dihat gotin Hemas rêxistina terorê ye, bi hinceta bêdestûriyê hat betalkirin."
Mehkemeya Karên Acil a Qahireyê di 28ê sibatê da biryar dabû ku Hemas "rêxistina terorê ye." Lijneya Dozên Dewletê jî di 11ê adarê da îtirazî vê biryarê kiribû.
Wek mayîn Tevgera Hemasê diyar kir ku daraza Misrê biryara ku digot "Hemas rêxistina terorê ye" betal kir û ev jî gaveke zehf girîng e.