ANKARA
Dema qedexeya li ser hin weşanên hilbijartinê îşev piştî nîvê şevê dest pê kir.
Li gor biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) û Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) hin qedexeyên weşanê yên hilbijartinê îşev piştî nîvê şevê dest pê kir.
Li gor biryara LHByê qedexeyên weşanê îşev (5ê hezîranê) ji saet 00.00an ve dest pê kir. Ev qedexe wê heta 7ê hezîrana 2015an roja yekşemê saeta ku LHB diyar bike dewam bike.
Di nav vê demê de radyo, televîzyon û hemû çapemenî wê nikaribin reklamên siyasî, nûçeyên hilbijartinê û encamên hilbijartinê, nûçe, texmîn û şîroveyan biweşînin.
Weşanên mitîngên partiyên siyasî jî wê heta 6ê hezîrana 2015an roja şemiyê saet 18.00an bên weşandin.