KAHİRE
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji şahidan hildan, hêzên ewlehiyê gaza rondikrêj bi kar anî û piştre kete mizgeftê. Eqrebayên miriyan kelek kes hatin binçavkirin û artêşê cinazê bi ambûlansan şandin cihek din.
Di mudaxealeya Mizgefta Îmanê de 8 ambûlans û 4 heb jî vesayîta TOMAyê hatin bi kar anîn.
Hat ragihandin ku di mizgeftê de ji xêncî kesên ku ji bo cinazeyên xwe teşhîs bikin hatibûn, vazifedarên alîkariya ewil û kesên ku ji ber qedexekirina derketina kolanan nikaribin herin malên xwe jî hebûn.
Tê gotin ku hin malbatan cinazeyên xwe hildan, lê 259 cinaze hê jî li erdê nin. Ji van cinazayen nasnameya 247 kesan nayê zanîn, û nasnameya 12 kesan jî nayê tespît kirin.
Hatibû ragihandin ku hêzên ewlehiyê dixwest ku kaxizekî li ser "xwekuştin" hatiye nivîsandin eqrebayê miriyan bide îmze kirin.
Li Misrê nêzî Qanala Sûveyşê êrîşek li erebeya polêsan hat kirin û di êrîşê de 2 polês mirin û kesek jî birîndar bû. Polêsê birîndar birin Nexweşxaneya Îsmaîliyeyê.