AMERÎKA
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama destnîşan kir ku tetbîqeta leşkerî ya ku dê bi Misrê re çêkirana, betal kirine. Obama anî ziman ku me vê sibê ji Misrê re ragihand ku tetbîqeta leşkerî hatiye betalkirin. Obama wiha got: "Em wekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, gavên ku ji aliyê hikûmeta demborî ya Misrê û hêzên ewlehîyê tên avêtin, bi tundî şermezar dikin. Tundîya ku li hemberî sîvîlan tê meşandin, em xemgîn kirin. Em li dîjî rêvebirîya awerte û înkarkirina mafên hemwelatiyan in."
Obama bihara eraban ya ku du sal berê dest pê kir, bi bîr xist û anî ziman ku bi Misrê re bi salan e têkiliyên wan hene û wiha got: "Misir, di aştîya Rojhilata navîn de welatekî qiymetdar e. Me wê demê jî got ku guhertin zû û hêsan nabe, lê belê me bi şerta ku tundî tê de tunebe û ji mafên mirovan re rêzdar be, piştgirî da pêvajoyê. Em bawer dikin ku heke neteweyek bi van prensîban tevbigerin dê hêj bi îstîqrar û serkeftî bin."
Obama axaftina xwe wiha domand: "Ji bona vê em bi bûyerên dawî fikar in. Tevliheviyek heye. Mûhammed Mûrsî di gel bi hilbijêrtina demokratîk hat desthilatiye, lê belê hikûmet ne şamil bû û ji hemî gelê Misrê re rêz negirt. Em dizanin ku piraniya gelê Misrê bangewaziya guhertinê kir. Cudahiyên siyasî çareserkirina pirsgirêkan bi zorê nabe, lê belê çend hefte berê, piştî mudaxeleya artêşê ji bo lihevhatinê şansek, ji bo rêyeka demokratîk derfetek hebû."
Obama destnîşan kir ku cihê lihevhatinê girtinên keyfî û zextên li ser destgirên Mûrsî kete rewacê û ev jî rêyeke xeternak e. Obama wiha pê de çû: "Em niha dibînin ku bi sedan mirov can didin, bi hezaran kes birîndar dibin. Em wekî DYA gavên jî aliyê hikûmat û hêzên ewlehiyê tê avêtin bi tundî şermezar dikin. Tundiya ku sîvîlan dixe tora xwe me xemgîn dike. Mafê protestoyê jî tê de, em piştgiriyê didin mafên rûmeta mirovan. Rêvebiriya awerte ya ku van mafan înkar dike, em li dijî wê ne."