Dmitri Chirciu
13 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2023
MOSKOVA (AA) - Serokê Rêveberiya Dînî ya Misilmanên Federasyona Rûsyayê û Konseya Miftiyên Rûsyayê Ravil Gaynutdin diyar kir, bi avabûna dewleta Filistînê va tundî dê bi dawî bibe û li Rojhilata Navîn aştî û îstiqrara demdirêj dê pêk were û wiha got, "Heta li xaka pîroz (Filistîn) aştiya adil û berfireh nebe, li herêmê ewlekariya tu kesî pêk nayê."
Li paytextê Rûsyayê Moskovayê bi beşdariya mirovên dînî û zanyarên ji welatên cuda va Foruma Misilmanan a Navneteweyî ya 19em hat lidarxistin.
Ji xeynî Gaynutdin, Mişawirê Xizmetên Dîn ê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Moskovayê Omer Faruk Savuran, Balyoz û Midûrê Giştî yê Navenda Lêkolîna Dîrok, Çand û Hunera Îslamî (IRCICA) Prof. Dr. Mahmud Erol Kiliç, Serokê Navenda Lêkolînên Îslamê ya Weqfa Diyaneta Tirkiyeyê (ÎSAM) Prof. Dr. Murteza Bedir û alimên dînî beşdarî bernameya li Mizgefta Navendî ya Moskoyê bûn.
Serokê Rêveberiya Dînî ya Misilmanên Federasyona Rûsyayê û Konseya Miftiyên Rûsyayê Ravil Gaynutdin li vir axaftinek kir û der heqê rewşa li Filistînê da wiha got, "Bûyerên li dinyayê diqewimin, xasma jî yên li Rojhilata Navîn kesî bêeleqe nahêlin. Tê bîra hemû dinyayê ku li xaka qedîm a Filistînê pevçûnan çawa û bi çi awayî dest pê kirin.
Ev mijar 76 sal e didome û bûye sedema mirina 100 hezar kesî û koçberî û koçberkirina çend milyon kesan. Li Xeta Xezeyê bi hezaran zarok, jin, kal û pîr dimirin. Nexweşxane, dibistan, mizgeft û dêr hilweşiyan."
Rêvebrê Giştî yê IRCICAyê Prof. Dr. Kiliç jî bal kişand ser zêdebûna unsûrên zêdeçûyin û bê edaletiyê li herêmên cur bi cur ên cîhanê û got,
"Çalakiya mewzuetên navneteweyî hîn jî bi îradeya biryarderan ve girêdayî ye. Mînak di encama kiryarên êrîşkar ên li dijî Filistîniyan ên li Xezeyê da hiqûqa navneteweyî bi awayekî eşkere tê binpêkirin. Ewlehiya cîhanê û dadmendiya hiqûqê ne mumkun xuya dike heya ku rêveberiya gerdûnî li ser hişmendiya exlaqî ya bêsînor nemîne."
- "Misilman li hin herêman bi awayekî azad nikarin bijîn"
Serokê ÎSAMê Prof. Dr. edir jî got, "Misilman û nemisilman, heta sedsala 20an bi hev ra di nava aşitiyê da dijiyan. Sedema vê jî pabendiya mirovan bû, bi mercên dînî. Lêbelê îro Misilman li hin herêman bi awayekî azad nikarin bijîn. Bûyerên li Filistînê mînakeke vê ye."