Haydar Şahin
09 Adar 2018•Rojanekirin: 10 Adar 2018
BANGKOK
Hat ragihandin ku li Kaçîna eyaleta Myanmarê cesedên 2 sivîlên ku ekseran binçav kiribûn hatin dîtin.
Naw Maiyê ji mezinên eyaleta Kaçînê diyar kir ku sivîlên Kaçîn li kampa penaberan a li gundê Mai Hkawngê jiyana xwe didomandin û di 31ê rêbendanê da dema li çiftligê dixebitîn bi destê eskeran hatin binçavkirin.
Naw Maî destnîşan kir ku li nêzî çiftligê di çaleke ku zêde kûr nehatibû kolan da cesedên herdu sivîlan hat dîtin.
Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku bira li ser sivîlên ku cesedên wan hatin dîtin lêpirsînê bidin destpêkirin, polêsên Kaçînê jî dibêjin ku haya wan ji bûyerê tune.
Li eyaleta Kaçînê di navbera eskeran û komên çekdar ên ku ji bo gelê Kaçînê xweseriyê dixwazin da pevçûn derdikevin. Ji ber pevçûnan ji 100 hezarî zêdetir kes li kampên penaberan ên li dorberê eyaletê dijîn.
Par jî cesedên 3 kesên li kampê jiyana xwe didomandin û bi destê eskeran hatibûn binçavkirin, hatibû dîtin.
Ev demeke dirêj e ku artêşa Myanmarê ji ber înfaza kêmnetewan, êşkence, xebitandina bi zorê, tecawiz û suîstimalên din tê sûcdarkirin.
Ji 25ê tebaxa 2017an vir da kêmzêde 700 hezar misliman ji ber tundiya artêşê ji eyaleta Arakanê revîn û xwe sipartin Bangladeşê.